Raperîna li girtîgeha Îngilîstanê bi dawî bû

Hat ragihandin, raperîna ku duh li girtîgehek bajarê Bîrmînghamê ya Îngilîstanê dest pê kir û domahiya rojê dewam kir, saetên şevê bi dawî bûye.

Wezareta Dadê ya Brîtanya Mezin Elîzabeth Truss da xuyakirin ku raperîna ku duh saet 09.00’an dest pê kir û nêzî 300 girtî tevlî bibûn, bi dawî bû. Truss, der bir ku di encama destwerdanan de îsyan ber bi saet 22.00’an hatiye qedandin.

Li gor daxuyaniya sendîkaya bi navê Komaleya Xebatkarên Girtîgeha Brîtanyayê (POA), agahî da ku duh ti memûrên girtîgehê di îsyanê de birîndar nebûne.

Lê, li gor nûçeyên medyaya Brîtanyayê, di bûyerê de girtiyek bi giranî birîndar bûye. Hat îdîakirin ku gelek girtiyan jî hucreyên xwe belav kirin, hin jî dane ber agir.

Li vê girtîgeha Birminghamê, bi giştî 1450 girtî hene. Li giştî Brîtanyayê jî nêzî 85 hezar girtî hene.

Meha bihurî li bajarê Bedfordê îsyaneke ku nêzî 200 girtî tevlî bibûn pêk hatibû û piştî bûyeran jî nêzî deh hezar gardiyanî ji bo protestokirinê çalakî li dar xistibûn.