YE qanûnên li ser bidestxistina çekan dişidîne
Saziyên Yekîtiya Ewropayê (YE), li ser şidandina qanûnên bidestxistina çekan ku piştî Komkujiya Parîsê ya sala 2015'an kete rojevê, li hev kirin.
Saziyên Yekîtiya Ewropayê (YE), li ser şidandina qanûnên bidestxistina çekan ku piştî Komkujiya Parîsê ya sala 2015'an kete rojevê, li hev kirin.
Di encama danûstandinên navbera Komîsyona YE, Parlamenta Ewropa (PE) û dewletên endam de, biryar hate dayîn qanûnên li ser bidestxistina çekê, bên dijwarkirin.
Ev astengiya qanûnî wê ji bo nêçirvanan jî derbas bibe.
Li gorî vê yekê, ji bo şopandina çekên nîv otomatîk ên bên firotin, wê hîn bêhtir parçeyên çekê bên nîşankirin, ev çek bi rêk û pêk bên qeydkirin û destûra girtina çekên nîv otomatîk bi zorê were dayîn.
Nîqaşên li ser qanûna çekan, bi taybetî piştî komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê di Mijdara 2015'an de li Parîsê kir, ketibû rojeva welatên endam, Parlamenta Ewropa û Komîsyona Yekîtiya Ewropayê. Li gorî daneyên Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, li gelemperiya welatên yekîtiyê, her sal 10 hezar kes ji ber êrîşa çekdarî jiyana xwe ji dest didin.