Qeyûm tayînî Federasyona Swêd-Tirk hat kirin
Dadgeha Kar a Stockholm-Solna, qeyûm tayînî Federasyona Komeleyên Karker a Swêd-Tirk kir, ku bi lobiya xwe ya ji bo AKP'ê û provokasyonên li dijî Kurd, Ermenî û Asûrî-Suryanî tê naskirin.
Dadgeha Kar a Stockholm-Solna, qeyûm tayînî Federasyona Komeleyên Karker a Swêd-Tirk kir, ku bi lobiya xwe ya ji bo AKP'ê û provokasyonên li dijî Kurd, Ermenî û Asûrî-Suryanî tê naskirin.
Karmend Adem Okûr ku 32 salan li federasyonê dixebitî, piştî ku ji kar hate avêtin, li Dadgeha Kar li dijî federasyonê doz vekir. Federasyonê di rûniştinên dozê de qebûl kir, ku Okûr bi rengekî ne ûsilî ji kar hatiye derxistin û di encama lihevkirina sendîka û federasyonê de biryar hatibû dayîn 120 hezar kron tazmînat j Okûr re bê dayîn.
Lê belê, ji ber ku federasyonê ev pere neda, Okûr vê carê li Dadgeha Solnayê li dijî federasyonê doz vekir. Dadgehê da xuyakirin, ku federasyon bi berpirsyariya xwe ranebûye û biryar da, ku li gorî hebûna deynê 1 mîlyon 600 hezar kronî yê federasyonê, federasyon îflas bike û qeyûm lê bê tayînkirin.
Bi vî rengî Federasyona Komeleyên Karker a Swêd-Tirk, ku wextekê yek ji xurtirîn rêxistina koçberan bû, ji ber ku li şûna berjewendiyên endamên xwe biparêze bû lobîkarê AKP'ê, têk çû û ji holê rabû.
Roja 9'ê Nîsanê, Serokê Duyemîn ê Federasyona Komeleyên Karker a Swêd-Tirk Barbaros Leylanî di xwepêşandanekê de axivî bû û li dijî Ermeniyan gotinên nefretê bilêv kiribû. Vê yekê rê li ber nerazîbûnan vekiribû û Dadgeha Stockholmê ji ber sûcê nefretê, Leylanî mehkûm kiribû.