Li Urdunê 1 jê turîst 5 kes hatin kuştin

Li bajarê Karak ê Urdunê komek bi çeke 1 jê tûrîst bi giştî 5 kes kuştin. Di êrîşê de 9 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatin girtin, komek êrîşkarên bi çek li bajarê Karak êrîş bire ser navenda polîsan. Di bûyerê de 4 polîs hatin kuştin û êrîşkar ji cihê bûyerê reviyan.

Piştre li nava bajêr dema ku êrîşkar dihatin şopandin şer derket. Di şer de turîstekî bi eslê xwe Kanadayî hate kuştin û 9 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku polîsan di nava bajêr de êrîşkar dorpêç kirine û şer didome.

Bajarê Karak ê Urdunê yek ji navenda herî ku turîst qestê dikin. Qelaya Karak a ku li ser herêmekî bi qasî 140 kêlometrekareyan cih digire yek ji cihê ku herî zêde bala turîstan dikişîne û ji bo dîtina wên tê vî welatî.