DYA operasyona li dijî DAIŞ'ê ya li Lîbyayê qedand
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ragihand, ku wan operasyona li Lîbyayê ya li dijî DAIŞ'ê bi rengekî fermî qedandine.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ragihand, ku wan operasyona li Lîbyayê ya li dijî DAIŞ'ê bi rengekî fermî qedandine.
Daxuyanî ji aliyê Fermandariya Afrîkayê ya Wezareta Parastinê ya DYA ve hate dayîn. Hat ragihandin, operasyonên di 1'ê Tebaxê de li dijî çeteyên DAIŞ'ê hatine destpêkirin bi rengekî serketî qediya ne. Fermandariyê diyar kir, ji bo destek ji Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê re bê dayîn, wan li bajarê Sîrte û derdora wê dest bi operasyonan kiribûn.
Berdevkê Pentagonê Peter Cook jî da zanîn, rizgarkirina bajarê Sîrteyê gelekî girîng e ku ev bajar yekane bajarê li derveyî Iraq û Sûriyeyê di destê DAIŞ'ê de bû. Cook got, eger hikûmeta Lîbyayê bixwaze wê balafirên şer ên AmerÎkî careke din karibin dest li rewşa li welêt werdin.
Bajarê Sîrteyê ku di sala 2015'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hate dagikirin, bi operasyonê di 5'ê Kanûnê de dest pê kirin re bi temamî hatibû rizgarkirin. Serokwezîrê Lîbyayê Feyyaz el Sarac Şemiya bihurî ragihand, ku bajar bi awayekî fermî hatiye rizgarkirin û operasyon qediya ne.