Bi sedan penaberên ku li kolanên Fransayê diman, hatin tahliyekirin

Kampên li qadên vekirî yên li nêzî Saînt-Denîs a li nêzî paytexta Fransa Parîsê ku bi sedan penaber bi neçarî lê dijîn, hatin valakirin.

Bi operasyoneke polîsên Fransa ku duh danê sibehê dabûn destpêkirin, qada kampê ya ku nêzî 750 penaber lê bûn, hat tahliyekirin. Hat ragihandin ku ji penaberan nêzî 300 kesî li 3 salonên cuda yên sporê yên li Saînt-Denîs, Pantîn û paytext Parîsê hatine bicihkirin.

Hat diyarkirin ku piraniya van penaberan ji Sûdan, Afganîstan û Erître hatine, hat daxuyandin ku Walîtiya Seîne-Saînt-Denîsê bi armanca ‘astengkirina bajarên nû yên konan’ fermana operasyonê daye.

Destpêka meha bihurî jî li dora Meydana Stalîngrad a li paytext Parîsê nêzî 3 hezar û 800 penaber ji qadên vekirî hatibûn tahliyekirin. Dîsa kampên li nêzî Bendera Calaîs a ku bi salan e bi hezaran penaberan bi daxwaza biçin Îngîlistanê lê kom bibûn, hatibûn valakirin û penaber li cihên cuda yên welêt hatibûn belavkirin.