Piştî êrîşa li Berlînê tedbîrên li Fransayê hatin zêdekirin

Piştî êrîşa li bazareke Cejna Noelê ya li paytexta Elmanya Berlînê, li gelek bajaran bi taybetî li Fransayê tedbîrên ewlekariyê derketin asta herî bilind.

Li dû êrîşa li Berlînê, ku herî kêm 9 kesî jiyana xwe ji dest dan û fikar heye, ku erîşêke terorîstî ye, Wezareta Karên Hundir a Fransayê daxuyaniyek weşand û diyar kir, êrîş 'sûcekî krîmînal' e.

Wezîr Brûno Le Roûx da xuyakirin, 'hevkariya antî terorê' ya navbera her du welatan wê bi xurtî dewam bike û anî ziman, tedbîrên ewlekariyê yên li bazarên Noelê ku bi mîlyonan tûrîst lê dicivin, wê di asta herî bilind de bên girtin. Bi taybetî li bajarên mezin ên li ser sînorê Elmanyayê Strasboûrg, Nancy, Metz û Mulhoûse, her wiha li gelek bajarên din, tedbîrên xurt ên ewlekariyê li dora bazarên Noelê hatin girtin.

Beriya êrîşê jî, mirov berî bikevin nava bazara Noelê lêgerîn li wan dihat kirin û bi vî rengî destûr dihat dayîn ku mirov derbasî qadê bibin.

Li bajarê Nîce yê Fransayê, di 14'ê Tîrmehê de êrîşek bi qemyonê li pîrozbahiyên şoreşê hatibû kirin û di encamê de 86  kesî jiyana xwe ji dest da bûn. Derketibû holê ku êrîşkarê Tûnisî ev çalakî bi fermana çeteyên DAIŞ'ê kiriye.