Hêrsa gelê Polonyayê kêm nabe

Piştî bisînorkirina mafê kurtajê yê jinan, li dijî polîtîkayên hikûmeta Polonyayê yên têkildarî azadya medya û ramanê, xwepêşandanên mezin hatin lidarxistin.

Bi hezaran kesî îdîa kirin, ku di dema dengdana qanûna têkildarî azadiya çapemeniyê de Partiya Hiqûq û Edaletê (PîS) a li ser desthilatdariyê hîle kiriye û deriyên ketina nava parlamentê bloke kirin. Li ser banga platforma bi navê KOD ku ji hêzên mûxalîf pêk tê, xwepêşandêr li ber avahiya parlamentê li hev civiyan û nerazîbûn nîşan dan ku dema li parlamentê dengdan dihate kirin, destûr nehat dayîn rojnamevan bikevin hundir.

Xwepêşandêran alên Polonya û Yekîtiya Ewropayê rakirin û dirûşmên "Şerm", "Medya Azad", "Azadî, wekhevî, demokrasî" û "Bes Polonyayê tine bikin" qîriyan. Xwepêşandêran bi qîrîna dirûşma "dîktator" lîderê PîS'ê Jaroslawa Kaczynskî protesto kirin.

Xwepêşandêran, tevî lîderê PîS'ê Kaczynskî û Serokwezîr Beata Syzdlo nehiştin parlamenterên partiya desthilatdariyê ji avahiya parlamentê derkevin. Polîs jî ji bo pêşî li blokaja xwepêşandêran bigirin, bi bombeyên çavan dişewitînin dest li xwepêşandanê werdan. Bûyerên li vir qewimîn bi saetan dewam kirin.