Seroka ÎMF’ê ya Fransa bi ziyandayîna dewletê tê sûcdarkirin
Der barê doza Seroka ÎMF’ê û Wezîra berê ya Darayî Chrîstîne Lagarde ku bi rojan e di rojeva Fransayê de bû, biryar hate dayîn.
Der barê doza Seroka ÎMF’ê û Wezîra berê ya Darayî Chrîstîne Lagarde ku bi rojan e di rojeva Fransayê de bû, biryar hate dayîn.
Dadgehê, diyar kir ku Lagarde di dema erka xwe de ‘Îhmal’ kiriye û ziyan daye karê dewletê, dozgeriyê daxwaza hepsê û pere erênî nedît.
Di doza Parîs a derbarê Lagarde ya Seroka Fona Dirav a Navneteweyî ya Halen (ÎMF) ku di salên 2007-2011’an de Seroka Darayî ya Fransa bû, biryar hate dayîn.
Di doza Dadgeha Edaletê ya Komarê (CJR) de ku endamên hikûmetê tên darizandin, di sala 1993’an ji Dîwana Bilind veqetiyaye û hatiye avakirin. Lagarde têkildarî karsaxê bi nave Bernard Tapîe û kargeha Adîdas bi biryareke ku di sala 2008’an de hatibû girtin piştguh kiriye. Biryara wê demê ku der barê Bernard Tapîe dayî, bi hinceta ku zêde bac daye ji karsaz tazmînateke qasî 403 milyon Eûro daye û ev kargeh bûye sedam ku ziyanê bide dewletê.
Di biryara CJR’ê de ku li ser cezayê 1 salê, 15 hezar euro dihat xwestin ji aliyê dozgeriyê nehat qebûlkirin.
Parêzerê Seroka ÎMF’ê Lagarde jî diyar kir ku wê biryarê bibin temyîziyê, tê payîn ku ÎMF piştî biryara dadgehê û şûn de nêzîkatiyên xwe yên têkildarî Lagarde bidie nîşandan.
Chrîstîne Lagarde, di sala 2011’an de ji aliyê Nîcolas Sarkozy ve weke namzetê wezareta ÎMF’ê hate hilbijartin.