Krîza binavê ya navbera Çîn û DYA çareser bû

Hat ragihandin, keştiyeke binê avê ya keşfê ya bêmirov, ku roja Pêncşemê ji aliyê hêzên deryayî yên Çînê ve hatibû desteserkirin, wê radestî DYA were kirin.

Li nava ava navneteweyî ya li Derya Çînê ya Başûr, keştiyeke binê avê ya Hêzên Deryayî yên Amerîkayê, li herêmeke ku bi qasî 50 mîlî dûrî peravên Fîlîpînê ye, hatibû desteserkirin. Mîna gelek welatên Asyayê, Çîn jî doza serweriyê li vê herêmê dike. Hat ragihandin, keştiya binê avê ya bê mirov a hatiye desteserkirin, wê radestî DYA were kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya DYA (Pentangon), rêeberiya Çînê bersiveke erênî daye daxwaza radestkirina keştiya hatiye desteserkirin. Berdevkê Pentagonê Peter Cook diyar kir, rayedarên Çînî dane xuyakirin, ku wê radest bikin.

Pentagonê roja Înê daxuyaniyek dabû û îdîa kiribû, ku keştiya bêmirov a ji aliyê Çînê de hatiye desteserkriin, li Derya Çînê ya Başûr rêjeya şorbûn û germa avê dipîva.

Li Derya Çînê ya Başûr, ku peravên Fîlîpîniyan, Taywan, Sîngapûr û Japonya lê hene, Komar Gel a Çînê li ser gelek tehtan giravên biçûk çêdike, ku van deran ji xwe re bike baregeha leşkerî. Ji ber ku gelek keştî di vê Deryaya Çînê ya Başûr re derbas dibin, weke rêyeke girîng a bazirganiyê jî tê dîtin.