Konseya Ewlekariyê ya NY ji bo Helebê daxwaza çavdêran kir

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bi rojeva Helebê kom bû, bi armanca şopandina ‘komên mûxalîf’ û tahliyeya sivîlan, daxwaza çavdêran kir.

15 welatên endamên KENY bang li Sekreterê Giştî yê NY kir ku çavdêran bişîne Helebê, xwest ku ji bo şopandina tahliyeyê jî liv û tevger çêbibe. KENY, her wiha, biryara têkîldarî tevdîran a ji bo ewlehiya karûbarên tahliyeyên li Helebê, qebûl kir.

KENY, daxwaza xwe ya alîkariyên mirovî ya ji bo Heleb û derdora wê destnîşan kir, pêşnûmeya Rûsyayê jî tevlî pêşnûmeya hevpar a bi welatên din re hatî amadekirin kir.

Piştî hêzên rejîma Sûriyeyê Heleb kontrol kir, karûbarên tahliyeya komên çete yên bi desteka Tirkiyeyê û sivîlan roja Pênçşemê dest pê kiribû. Li gor Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî, heta niha zêdetirî 15 hezar endamên komên çekdar û sivîl ji bajêr hatine derxistin.

Tê zanîn ku heta dorpêça meha Mijdarê li rojhilatê Helebê bi sed hezaran kes diman, piştî şer pêş ket, bi deh hezaran kesî berê xwe dan Şêx Meqsûdê û qadên din ên ku ji hêla hêzên Kurd tên kontrolkirin.