Gregor Gysî bû serokê Çep a Ewropayê

Ji bo Serokatiya Giştî ya Partiya Çep a Ewropayê (EL) ku ji partiyên çep, sosyalîst û komunîst ên welatên Ewropayê pêk tê, endamê Partiya Çep a Elman Gregor Gysî hate hilbijartin.

Kongreya Çep a Ewropayê, li paytexta Elmanya Berlînê hate lidarxistin. Bi dengê ji sedî 67,6'an Gregor Gysî di hilbijartinê de bi serket û bû serok. Gysî wê bikeve şûna Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) Pîerre Laûrent, ku 6 salan bi vê erkê rabû.

Gregor Gysî di navbera salên 2005-2015'an de serokatî ji Koma Meclîsa Federal a Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) re kiribû. Gysî dixwaze, hêzên polîtîk ên li dijî newekheviya civakî a li welatên Ewropayê têdikoşin, li hev bicivînin.

Tê zanîn, di serî de lîderê partiya Syrîza ya li Yewnanîstanê desthilatdar e Aleksîs Çîpras, gelek partiyên çep ê nli Ewropayê destekê dide Gysî. Aleksîs Çîpras beriya dengdana li kongreyê axivî û got, "Gysî kesayetekî girîng e ku wê dînamîkeke nû ji bo Çep a Ewropayê bîne."

Gregor Gysî wê di hilbijartinên giştî yên sala pêş ên Elmanyayê de careke din bibe namzet. Gysî destnîşan dike, ku ew dixwaze CDU ya bi serokatiya Serokwezîr Angela Merkel bêbandor bike û koalîsyonek ji Partiyên Dîe Lînke, Kesk û Sosyal Demokrat (SPD) ava bike.