Hejmara mirovên li Berlînê jiyana xwe ji dest dan bû 12

Li paytexta Elmanya Berlînê, qemyonekê da nava bazara Noelê. Di encama vê êrîşê de herî kêm 12 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Êrîş duh êvarê saet di 20:00 de, li bazara Noelê ya li Breîtscheîdplatz a li herêma Charlottenbûrgê rû da. Di êrîşê de 12 kes mirin, 48 kes jî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyan.

Tê gotin, yek ji kesên mirin e ajokarê TIR'ê ye, ku tê texmînkirin welatiyê ji Polonyayê ye.

Derket holê, ku TIR a di êrîşê de hate bikaranîn, wesayîta şîrketeke barkêşî ya li Polonyayê ye û têkiliya ajokar piştî nîvro bi şîrketê re qut bûye. Xwediyê şîrketê Arîel Zûrawskî dabû xuyakirin, ku ajokarê TIR'ê pismamê wî ye û nepêkane ku êrîş pêk anî be.

Li gorî agahiyên di medya Elman de hatin weşandin, kesê di dema êrîşê de TIR dajot, welatiyekî Afganîstanê ye û ev kes ji bo lêpirsînê sewqî bajarê Karlsrûheyê hatiye kirin. Hat tespîtkirin ku êrîşkar di meha Sibatê de ji bo serlêdana penaberiyê bike hatiye Elmanyayê.