Rûsya: Ji Helebê 9 hezar û 560 kes tahliye bûn
Rûsyayê da xuyakirin ku ji Helebê 9 hezar û 560 kes hatine tahliyekirin ku ji van 4 hezar û 435 kes çekdar in.
Rûsyayê da xuyakirin ku ji Helebê 9 hezar û 560 kes hatine tahliyekirin ku ji van 4 hezar û 435 kes çekdar in.
Berdevkê Seroktiya Fermandariya Giştî ya Rûsyayê Korgeneral Sergey Rudskoî têkîldarî rewşa dawî ya Helebê daxuyanî da, got ku ji Helebê 9 hezar û 560 kes hatine tahliyekirin ku ji van 4 hezar û 435 kes çekdar in.
Korgeneral Rudskoî wiha axivî; “Operasyona paqijkirina Helebê ji terorîstan bi dawî bû. Hêzên hikûmetê komên radîkal ên ku terikandina bajêr red dikin tasfiye dike.” Rudskoî her wiha ragihand ku li van herêman ku berê ji hêla komên çekdar dihatin kontrolkirin, ti sivîl nemane, diyar kir ku 3 hezar û 400 kesî jî çek danîne.