CNN: Rûsyayê çeka ji bo xistina peykan ceriband

Televîzyona CNN a Amerîkayê îdîa kir, Rûsyayê ji bo tinekirina peykên li fezayê, çekek afirandiye.

Li gorî îdîaya CNN, Rûsyayê çekek ji bo xistina peykên xwe yên li fezayê yên nema bi kar tîne, afirandiye û ev çeka xwe ceribandiye. Nûçe li gorî agahiyên ji çavkaniyên Amerîkayê hate weşandin û hat îdîakirin, ku ev testên Rûsyayê bi ser neketine.

Di dewama nûçeyê de hat ragihandin, dibe ku Rûsyayê 'peykên kamîkaze' yên dikarin peykên DYA bixîne û tine bike, şandibe fezayê û got, pêkane ku karibe peykên li fezayê bixîne.

CNN bibîr xist, ku DYA di sala 2008'an de peykek xwe li ser Okyanûsa Pasîfîk xistiye xwarê û ragihand, ev yek pêkan e.