ÎMF wê bi Lagarde dewam bike

Fona Pereyan a Navneteweyî (ÎMF) îlan kir, ku ew heta dawiyê bi Seroka Giştî Chrîstîne Lagarde 'piştrast' e. Lagarde dema li Fransayê wezîr bû, bi 'xemsariyê' dihat sûcdarkirin.

Seroka ÎMF Chrîstîne Lagarde, ku di navbera salên 2007-2011'an de Wezîra Maliye û Aboriyê ya Fransayê bû, li Dadgeha Edaletê ya Komarê (CJR) ku endamên hikûmetê lê tên darizandin, sûcdar hatibû dîtin.

Hikum hatibû dayîn ku Lagarde biryareke şaş a di sala 2008'an de têkildarî karsaz Bernard Tapîe û şîrketa Adîdasê hatibû dayîn ji nedîtî ve hatiye û bi biryara di wê demê de têkildarî Bernard Tapîe hate girtin re, bi hinceta ku zêde bac daye, 403 mîlyon Euro tazmînat ji karsaz re hate dayîn û bi vî rengî zerar da dewletê. Ji ber ku biryara hakem a dadgeha kar a li ser lihevnekirina navbera şîrketa Adîdas a Bernard Tapîe û banka Credît Lyonnaîs nebiriye temyîzê, Lagarde ji ber 'xemsariyê' sûcdar hatibû dîtin.

Lê belê di biryara CRJ de hatibû ragihandin, ku pêwîstî bi cezakirina Lagarde ya bi salek cezayê girtîgehê û 15 hezar Euro cezayê pere nîne.

ÎMF: EM HETA DAWIYÊ BI LAGARDE PIŞTRAST IN

Parêzerên Seroka ÎMF'ê Lagarde dan xuyakirin, ku ew ê biryarê bibin temyîzê. Desteya Rêveberiyê ya ÎMF jî bi daxuyaniyekê piştgirî da Lagarde.

Daxuyanî li ser navê 189 endamên Desteya Rêveberiyê ve hate dayîn. Û hat ragihandin, Lagarde ya ku di sala 2011'ê de dest bi wezîfeyê kir û di meha Tîrmehê de wezîfeya wê ji bo 5 salan hate dirêjkirin, wê li ser karê xwe bimîne. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser 'rewşa serketî' û 'rêbaza lîdertiyê ya di asta fantastîk de' ya Lagarde.

Chrîstîne Lagarde, di sala 2011'an de ji aliyê Serokkomarê wê demê Nîcolas Sarkozy ve ji bo serokatiya ÎMF namzet hatibû nîşandan. Serokê ÎMF ê berî Lagarde, endamê Partiya Sosyalîst a Fransayê û Wezîrê berê yê Aboriyê Domînîqûe-Straûs Kahn, ji ber destdirêjî û destavêtina li xebatkareke oteleke li New Yorkê hatibû girtin û neçar ma bû îstifa bike.