Li gorî rapora demkî ya ji aliyê Parlamenta Ewropayê (PE) ve hate amadekirin, ji sala 2005'an û vir ve dihat zanîn, ku motorên gelek markayên wesayîtan, ji daneyên eşkerekirî bêhtir hawirdor gemarî dikir. Di raporê de hate ragihandin, haya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ji vê hebû û di dema pêwîst de neketiye nava hewldanan.
Di dewama raporê de hate destnîşankirin, ji ber ku Komîsyona Yekîtiya Ewropayê û welatên endam di dema pêwîst de tedbîr negirtine, skandala Dîeselgate di Îlona 2015'an de derketiye holê û hat gotin, hilberînerên wesayîtan ev rewş ji xwe re weke firsendekê dîtin û berê xwe dan sîstemên ku nirxê emîsyonê kêm nîşan didin.
Di raporê de hat ragihandin, welatên mîna Fransa, Îtalya, Spanya û Elmanya, li pêşberî stratejiya hilberîneran a ji bo kêm nîşandana nirxê emîsyonê, bêdeng man e.
Di sala 2015'an de piştî ku fêlên şîrketa Volkswagenê ya li ser emîsyonê derket holê, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) cezayên gelekî giran ên tazmînatê li van wesayîtan hatibûn birîn. Lê belê piştre derketibû holê ku ev sîstemên bi fêl ên li ser motorên dîzel, ji aliyê hilberînerên din ve jî hatine bikaranîn.
Tevî ku derket holê şîrketa Volkswagenê di navbera salên 2008-2015'an de serî li vê rêbazê daye, rapora Parlamenta Ewropayê nîşan dide ku ev fêl berî sala 2008'an dest pê kiriye.