Li Berlînê operasyonên ji bo dîtina bersûc dewam dikin
Ji bo dîtina Anîs Amrî, ku weke bersûcê êrîşa roja Duşemê ya li Berlînê li wî tê gerîn, operasyon dewam dikin.
Ji bo dîtina Anîs Amrî, ku weke bersûcê êrîşa roja Duşemê ya li Berlînê li wî tê gerîn, operasyon dewam dikin.
Tê gotin, Amrî hê jî li paytexta Elmanya Berlînê ye û bi çek e. Ji bo dîtina wî, polîsan avêtin ser gelek malan.
Ji bo dîtina welatiyê Tûnisê Anîs Amrî, ku piştî êrîşa li Breîtscheîdplatzê ku 12 kes mirin reviya, li gelek malan lêgerîn hat kirin. Li gorî rojnameya Dîe Welt, yek ji malên serdegirtin lê çêbû li taxa Kreûzbergê ye. Û yek ji kesên li van xaniyan dijîn, hatiye binçavkirin.
Komkujiya li Berlînê, bi TIR'ek şîrketa barhilgir a Polonyayê hatibû kirin. Êrîşkar êvara Duşemê ajokar bêbandor kir û saet di 20:00 de bi TIR'ê da nava sûka Noelê.
Hat hînbûn ku Anîs Amrî di sala 2015'an de li Elmanyayê serlêdana penaberiyê kiribû û ev daxwaza wî di Hezîrana 2016'an de hatibû redkirin. Hat îdîakirin, ku pêkane têkiliya AmrÎ bi çeteya selefî ya bi navê Abû Walaa heye, ku ev kom têkilya xwe bi çeteyên DAIŞ'ê re heye. Her wiha hat îdîakirin, ku Amrî hin sûcên krîmînal jî kiriye.