CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li DYA’yê şewat: 9 mirî, 25 kes winda ne
Di şahiyê de ku li depoyek ya li eyaleta Kalîforniyayê ya Dewletên Yekbûyî ya Amarîkayê (DYA) şewat derket. Hat diyarkirin ku di şewatê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 25 kes jî winda ne. -
Sobotka û Fîco xwestin newekheviya mûçeyan a li YE bê çareserkirin
Kongreya Partiya Sosyalîst a Ewropayê li paytexta Komara Çek Pragê dewam dike. Di mijarê de newekheviya mûçeyan a karkerên li welatên Ewropayê tê nîqaşkirin. -
Li DYA şewat: Herî kêm 13 kes mirin
Li eyaleta Tennesse ya DYA, bi rojane daristan dişewitin. Li gorî agahiyan, heta niha herî kêm 13 kes ji ber şewatê mirin e. -
Mûçeya kêmtirîn a li Spanyayê tenê bi rêjeya ji sedî 8'an hate zêdekirin
Li Spanyayê, ku di nava 8 salên dawî de yek ji sê parên mûçeyên mirovên xizan kêm bûye, li mûçeya kêmtirîn zemeke pêkenok hate kirin. Bi tenê ji sedî 8, mûçe hate zêdekirin. -
Li Çînê di karesata grîzû de 21 karkerên kanê mirin
Li kaneke komirê ya li bakurrojhilatê Çînê, ji ber karesata grîzû herî kêm 21 kes mirin. -
ESA wê ji bo ISS û ExoMarsê 1,4 mîlyar Euro veqetîne
Di civîna ESA de, ku li bajarê Lûzern ê Swîsreyê hate lidarxistin, biryar hat dayîn ku ji bo dewamkirina mîsyona Stasyona Fezayî ya Navneteweyî (ISS) budçeyek ji 1 mîlyar Euroyî bê veqetandin. -
Danîmarka balafirên şer ên F-16 ji Tirkiyeyê vedikşîne
Danîmarka ya ku di Koalîsyona Navneteweyî de cih girt, da xuyakirin ku biryar girtine wê balafirên şer ên F-16 ji Bargeha Încîrlîkê ya li Tirkiyeyê vekişînin. -
WAPO: General Mattîs weke Wezîrê Parastinê yê Trûmp hate hilbijartin
Tê gotin, Donald Trûmp ê ji bo Serokatiya DYA hate hilbijartin, dixwaze generalê berê James Mattîs ku weke 'baz' tê naskirin, ji bo Wezareta Parastinê wezîfedar bike. -
NY ji ber şewba li Haîtî lêborîn xwest
Neteweyên Yekbûyî, ji ber rola xwe ya di şewba kolera de, ku ev 6 sal in li Haîtî dewam dike û herî kêm 10 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, lêborîn xwest. -
Têkoşîna li dijî AIDS'ê dikare bi bacên nû bê xurtirin
Her sal zêdeyî 2 mîlyon mirov bi vîrûsa HÎV'ê dikevin û zêdeyî mîlyonek mirov jiyana xwe ji dest didin. Ji bo tinekirina vê vîrûsê, pêwîst bi dehan mîlyar dolarî heye. -
Hollande eşkere kir: Ez ê di hilbijartinên 2017'an de nebim namzet
Françoîs Hollande, ku di dîroka Fransayê de Serokkomarê popularîteya xwe ya li nava gel ê herî kêm e, da xuyakirin ku ew ê di hilbijartinên sala pêş de nebe namzet. -
Amnesty li dijî şîrketên mezin ên keda zarokan dixwin, hişyarî da
Li gorî raporek Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International), gelek şîrketên navneteweyî yên li Endonezyayê dixebitin, ji bo hilberîna rûnê palmiye, mirovan mîna xulamên xwe bi kar tînin. -
Wîkîleaks belgeyên Komîsyona NSA ya Elmanyayê weşand
Malpera Wîkîleaks, ragihand ku bi hezaran belgeyên komîsyona lêkolînên xebatên Ajansa Ewlekariya Hundirîn a Amarîkayê (NSA) ku di bin sêwana Meclîsa Federal a Elmanyayê de ye, bi dest xistine. Wîkîleaks, ji 2400 belgeyan nêzî 240 weşandin. -
Li Awûstûryayê drama malbatî: 6 kes mirin
Polîsan diyar kirin ku heta niha li malekî ku li bajarokê Boheîmkîrchen ê nêzîkî bajarê Sankt Polten a Awûstûryayê herî kêm cenazeyê 6 kesan dîtine. -
Bûtçeya YE ya 2017’an a ku ji 158 mîlyaran pêk tê hate erêkirin
Bûtçeya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya 2017’an ku ji 158 mîlyaran pêk tê, li Parlementoya Ewropayê (PE) bi piraniya dengan hate qebûlkirin. -
Elmanya wê çekan bifiroşe Siûdiyan!
Li gorî agahiyên nû yên gihîştin ber dest, Elmanya îxracata çekan a ji bo rejîmên dîktator û zordar, didomîne. -
Di hilbijartinên Awûstûryayê de şensê namzetê nîjadperest zêde ye
Li gorî anketên li ser hilbijartinên Serokkomariya Awûstûryayê, ku wê tûra duyemîn roja Yekşemê ji nû ve bê kirin, şensê namzetê nîjadperest Nobert Hofer zêde ye. -
Peymana nû ya aştiyê ya Kolombiyayê li Meclîsê hate qebûlkirin
Peymana aştiyê, ku şerê navxweyî yê 52 salan qedand û roja Sêşemê li Senatoyê hate qebûlkirin, li Meclîsa Nûneran jî ku baskê jêrîn ê Kongreyê ye hate pejirandin. -
Phîlîp Morrîs jî dawî li hilberîna çixareyê tîne
Kampanyayên dijî çixareyê, bacên ku hatin zêdekirin, qedexeyên reklaman û ji ber zêdebûna agahiyên ku zirarê didine tenduristiyê hejmara çixarekêşan têra xwe kêm bû û ji ber vê sedemê jî fîrmayeke din a mezin dawî li hilberîna xwe tîne. -
Merasîma cenazeyê Castro li Meydana Şoreşê ya Havana tê lidarxistin
Li Meydana Şoreşê ya li paytext Havanayê, ji bo lîderê Şoreşa Kubayê Fîdel Castro merasîm tê lidarxistin. Bi sed hezaran kes tevlî merasîmê bûne. -
Snower: Mîna sala 1930'î dibe ku krîzeke aboriyê ya global rû bide
Serokê Enstîtuya Lêkolînên Aboriyê (IfW) û ekonomîst Dennîs Snower ji rojnameya Suddeutsche Zeîtûng re axivî û hişyarî da ku mîna krîza aboriyê ya global a sala 1930, dibe ku krîzek rû bide. -
Fîllon wê li hemberî Le Pen bi ser bikeve; namzetê herî xurt ê çepgiran Mêlenchon e
Li Fransayê, di pêşhilbijartinên roja Yekşemê de namzetê partiyên navendê û rastgiran diyar bû. Li gorî anketan, namzetê rastgir Françoîs Fîllon wê di hilbijartinên serokkomariyê yên 2017'an de bi ser bikeve. -
Fransiyên rola xwe di qirkirina Rûanda de hene, ketin ber lêpirsînê
Di sala 1994'an de li Rûandayê 800 hezar Tûtsî hatibûn kuştin. Dozgeriya Rûandayê da xuyakirin, ku têkildarî 20 Fransiyên berpirsyar ên guman ji wan tê kirin di qirkirinê de rola xwe hene, lêpirsîn hatiye vekirin. -
Aftonbladet: Di demeke nêz de wê Tirk bi botan birevin Ewropayê
Li rojnameya Aftonbaldetê nivîsek bi sernavê "Di demeke nêz de wê Tirk bi botan birevin Ewropayê" hate weşandin û tê de hat ragihandin, ku piştî demokrasî bi giranî ji holê hate rakirin, gelek welatiyên Tirk dixwazin welêt biterikînin. -
Li Kolombiyayê balafir ket xwarê: 76 kes mirin
Li Kolombiyayê, balafireke ku 86 kes tê de bûn, dema dadiket balafirgeha bajarê Medellînê, ji ber sedemeke nediyar ket xwarê. Di bûyerê de 76 kes mirin, 5 kes jî rizgar bûn.