Phîlîp Morrîs jî dawî li hilberîna çixareyê tîne

Kampanyayên dijî çixareyê, bacên ku hatin zêdekirin, qedexeyên reklaman û ji ber zêdebûna agahiyên ku zirarê didine tenduristiyê hejmara çixarekêşan têra xwe kêm bû û ji ber vê sedemê jî fîrmayeke din a mezin dawî li hilberîna xwe tîne.

Serokê Desteya Rêveber a Phîllîp- Morrîsê Andrê Calantzopoulos  ku mezintirîn hilberînerê dinyayê yê berên çixareyê ye, diyar kir ku êdî dema wê nêz bûye ku hilberîna berên çixareyan rawestînin. Rêveberê şîrketê ku tevlî radyoya BBC’yê bûyî got, êdî dem têra xwe kemilî ye ku çixarekêş berhemên alternatîf di piyaseyê de bibînin.

Calantzopoulos diyar kir ku biryara rawestandina hilberîna çixareyê dibe ku di demeke pir nêzîk de jî ragihînin.

Berhêmên alternatîf li gorî çixareyê zirara wan kêmtir e, yên wekî çixareya eloktronîk, di salên dawî de pir têne xwestin.

Herrî dawî şîrketa Seîta ku markeya çixareya Fransiz Gauloîsesê jî ji 1910’an ve hildiberîne, diyar kir ku ew ê 2017’an dawî li hilberînê bînin.

Li gorî daneyên Rêxistina Tendiristiyê ya Dinyayê (WHO) 2010’an di navbera kesên ku temenê wan di bin 15’an de ye, rêjeya çixarekêşan ketiye sedî 22’yan û tê armanckirin ku ev rêje di 8 salên pêş de daveke sedî 18-19’an