Li Çînê di karesata grîzû de 21 karkerên kanê mirin
Li kaneke komirê ya li bakurrojhilatê Çînê, ji ber karesata grîzû herî kêm 21 kes mirin.
Li kaneke komirê ya li bakurrojhilatê Çînê, ji ber karesata grîzû herî kêm 21 kes mirin.
Li gorî nûçeya Ajasna Xînhûa, li kaneke komirê ya li komuna Qîtaîhe ya li eyaleta Heîlongjîangê, ji ber teqînekê hezazê rû da. Ji karkerên kanê yên di binê axê de man, tenê yek hate rizgarkirin. 21 karkerên di dema teqîna roja Sêşemê de li galeriyekê asê man, jiyana xwe ji dest dan.
Li Çînê di meha bihurî de dîsa teqînek li kanekê rû da bû û 33 karkerên kanê jiyana xwe ji dest da bûn. Di karesateke din a grîzû ya meha Îlonê de 18 karkeran jiyana xwe ji dest da bûn.
Li gorî hejmarên fermî, li Çînê di karesatên kanê de salane bi qasî hezar kes jiyana xwe ji dest didin. Parêzvanên mafên karkeran dibêjin, hejmara rastî ji vê gelekî zêdetir e.