Mûçeya kêmtirîn a li Spanyayê tenê bi rêjeya ji sedî 8'an hate zêdekirin

Li Spanyayê, ku di nava 8 salên dawî de yek ji sê parên mûçeyên mirovên xizan kêm bûye, li mûçeya kêmtirîn zemeke pêkenok hate kirin. Bi tenê ji sedî 8, mûçe hate zêdekirin.

Hikûmeta hindikahiyan a Partiya Gel (PP) ku meha bihurî bi serokwezaretiya Marîano Rajoy ava bû, da xuyakirin ku mûçeyê kêmtirîn heta dawiya sala 2017'an wê bruok 825 Euro be. Partiya Karker a Sosyalîst (PSOE) ku derfeta serokwezaretiyê da Rajoy, daxwaza vê ji sedî 8'an kir. Ev zem jî tê wateya zêdebûna 61 Euro.

Li Spanyayê, ku nifûsa xwe 46 mîlyon e, 23 mîlyon kes bi rengekî çalak dixebitin. Ji van 5 mîlyon kes bêkar in. 5,5 mîlyon ji 18 mîlyon xebatkaran, neçar in bi mûçeyê kêmtirîn an jî kêmî vî mûçeyî bixebitin.

Kêmbûna mûçeyan ku piştî krîza aboriyê ya sala 2008'an dest pê kir, di serdema hikûmetên Rajoy ên piştî sala 2011'an de zêde bû. Li gorî daneyên fermî, di navbera salên 2008-2014'an de mûçeyên ji sedî 10 ê karkerên xizan, ji sedî 28 kêm bû.

Li cîranên Spanyayê mûçeya kêmtirîn li Portekîzê 618 Euro, li Fransayê jî 1467 Euro ye.