Di hilbijartinên Awûstûryayê de şensê namzetê nîjadperest zêde ye

Li gorî anketên li ser hilbijartinên Serokkomariya Awûstûryayê, ku wê tûra duyemîn roja Yekşemê ji nû ve bê kirin, şensê namzetê nîjadperest Nobert Hofer zêde ye.

Ji ber vê dibetiyê, Serokkomarê berê Heînz Fîscher û ji namzetan Îrmgard Grîss dan xuyakirin, ku ew ê destekê bidin namzetê Keskan Alexander van der Bellen.

Tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê di meha Gulanê de katibû kirin û di vê tûrê de namzetê Keskan Alexander van der Bellen 2 mîlyon 255 hezar, Nobert Hofer jî 2 mîlyon 224 hezar deng girtibûn. Lê belê di encama îtirazan de hin karên nelirê hatibûn tespîtkirin û tûra duyemîn a hilbijartinê hatibû betalkirin.

Tûra duyemîn a hilbijartinê wê vê Yekşemê ji nû ve bê kirin. Li gorî anketan, ev rewşa weke hev a rêjeya dengên namzetan, hê jî dewam dike.

Li gorî anketa dawî ya ji aliyê Enstîtuya Gallûp ve hate weşandin, Hofer ê destekê ji Pariya Azadîparêz a Awûstûryayê (FPO) ya nîjadperest digire, wê ji sedî 52 ê dengan bigire û hilbijartinê qezenç bike.

Di anketa Unîqûe Research de tê ragihandin, ku van der Bellen wê ji sedî 51 ê dengan bigire.

Li gorî texmînên dawî yên li ser hilbijartinê, şensê Hofer zêdetir e. Tê gotin, hilbijartina Donald Trûmp ji bo serokatiya DYA, bandorê li vê rewşê dike.

Li aliyê din Serokkomarê serdema 2004-2016'an Heînz Fîcher û namzetê berê Îrmgard Grîss ku Partiay Sosyal Demokrat (SPO) destek dida wî, bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew ê destekê bidin van der Bellen.