Hollande eşkere kir: Ez ê di hilbijartinên 2017'an de nebim namzet
Françoîs Hollande, ku di dîroka Fransayê de Serokkomarê popularîteya xwe ya li nava gel ê herî kêm e, da xuyakirin ku ew ê di hilbijartinên sala pêş de nebe namzet.
Françoîs Hollande, ku di dîroka Fransayê de Serokkomarê popularîteya xwe ya li nava gel ê herî kêm e, da xuyakirin ku ew ê di hilbijartinên sala pêş de nebe namzet.
Hollande bû Serokkomarê destpêkê ku di dîroka Komara Pêncemîn a sala 1958'an hate ragihandin de, ji bo cara duyemîn nebû namzet.
Serokkomarê ji Partiya Sosyalîst (PS) Françoîs Hollande, duh êvarê di qenalên televîzyonê de ji gel re axivî û ragihand, di hilbijartinên meha Nîsanê de ew ê careke din nebe namzet.
Hollande di axaftina xwe de polîtîkayên xwe yên 4,5 salan parast û daneyên erênî yên mehên dawî di têkoşîna li dijî bêkariyê de hatine bidestxistin, eşkere kir. Hollande da xuyakirin, valahiya li budçeya cemaweriyê û sîstema sîgortayan a civakî hatiye dagirtin û diyar kir, leza zêdebûnê ya deynê dewletê hatiye sekinandin.
Françoîs Hollande îdîa kir, ku sîstema dewleta civakî ya li welêt hatiye xurtkirin û daxistina emrê teqawîtiyê ji bo 60 salî û sîgortaya zêde ya taybet a ji aliyê karsazan ve ji karkeran re tê dayîn weke çend ji 'serketin'ên xwe nîşan da.
Hollande ji bo yekane karê ku jê 'poşman' bûye, daxwaza betalkirina welatiya mirovên tevlî rêxistinên terorê bûne, bilêv kir. Hollande da xuyakirin, ku ev daxwaza piştî nîqaşên dûr û dirêj hat betalkirin, 'civak negihandiye hev', berevajî 'parçe' kiriye.
RÎSKÊN KU BI NAMZETIYA WÎ DERKEVIN HOLÊ, QEBÛL KIR
Françoîs Hollande di dawiya axaftina xwe de li ser namzetiya xwe daxuyanî da. Hollande ragihand, ew ê tevlî pêşhilbijartinên Partiya Sosyalîst ên ji bo diyarkirina namzetê Serokkomariyê nebe.
Hollande da zanîn, kombûna li dora namzetiya wî 'karekî bi rîsk' e û ev yek jî weke sedema nebûna namzet nîşan da.
Piştî ku Françoîs Hollande diyar kir, ew ê nebe namzet, bala her kesî zîvirî ser Serokwezîr Manûel Valls. Tê apyîn Valls eşkere bike ku ew ê di pêşhilbijartinên meha Çileyê de bibe namzet.
Lê belê hemû anket destnîşan dikin, ku Jean-Lûc Mêlenchon ê ji Partiya Çep (PG), ku biryar da tevlî pêşhilbijartinên PS nebe, wê desta herî zêde ya hilbijêrên çep bigire.