Têkoşîna li dijî AIDS'ê dikare bi bacên nû bê xurtirin

Her sal zêdeyî 2 mîlyon mirov bi vîrûsa HÎV'ê dikevin û zêdeyî mîlyonek mirov jiyana xwe ji dest didin. Ji bo tinekirina vê vîrûsê, pêwîst bi dehan mîlyar dolarî heye.

Li gorî gelek saziyên alîkariyê yên li Ewropayê dixebitin, fona ji mîlyaran dolarî ya ji bo têkoşîna li dijî vîrûsa HÎV'ê û AIDS'ê, kiare bi rêya bacên nû were peydakirin.

Saziya bi navê Coalîtîon Plûs ku saziyên alîkariyê yên li 15 welatên frankofonê dixebitin endamê wê ne, li ser mijarê raporek weşand. Di raporê de hat ragihandin, beşeke girîng a baca ji bo karên fînansî yên Yekîtiya Ewropayê (YE) tê ferzkirin, dikare ji têkoşîna li dijî AIDS'ê re bê veqetandin. Di raporê de hat gotin, welatên endamê Yekîtiya Ewropayê dikarin bi vê rêyê salane 22 mîlyar Euro bi dest bixin û yek ji sê parên vî pereyî ji bo pêşîgirtina li vîrûsa HÎV'ê bê bikaranîn.

Di raporê de daneyên Bernameya Têkoşîna li dijî AIDS'ê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAIDS) jî hatin weşandin. Li gorî UNAIDS'ê, ji bo belavbûna vîrûsa HÎV'ê ya rê li ber AIDS'ê vedike heta sala 2030'an bê sekinandin, pêwîstî herî kêm bi 24 mîlyar Euroyî heye.

Lê belê di şert û mercên heyî de bi tenê 18 mîlyar Euro dikare bê peydakirin.

Di raporê de hat ragihandin, ji bo hedefên 2030 bi cih werin anîn, wê têrê bike ku baca ji bo ji bikaranîna fînansî ya 10 welatên YE tê girtin, li gelemperiya welêt bê belavkirin. Yek ji sê parên hatineya vê yekê (herî kêm 6,5 mîlyar Euro ye) dikare ji têkoşîna li dijî HÎV/AIDS'ê bê veteqandin.

Li gorî daneyên UNAIDS'ê hê li cîhanê bi qasî 34 mîlon kes bi vîrûsa HÎV'ê ne. Ji ber nexweşiya AIDS'ê ya ji ber vê vîrûsê salane zêdeyî mîlyonek mirov jiyana xwe ji dest didin.