Di rapora Amnesty de hat ragihandin, di nava mirovên ji aliyê şîrketa bi navê Wîlmar a Sîngapûrî ve tên xebitandin, zarokên ji 8 heta 14 salî jî hene. Li gorî raporê, barê ji 25 kîloyan li pişta zarokan tê kirin û ewlekariya kar jî nîne.
Di dewama raporê de hat gotin, ji bo hilberîna rûnê palmiye, ji karkeran re rojane 2,5 dolar tê dayîn û hat destnîşankirin, ku jin jî neçar in saetên zêde bixebitin. Rapor dide zanîn, zarok neçar dimînin dest ji dibistanê berdin û alîkariyê bidin malbatên xwe.
COLGATE, NESTLE Û UNILEVER HATIN REXNEKIRIN
Di raporê de bal hat kişandin ser bêberpirsyariya gelek şîrketên mezin ên li Endonezyayê rûnê palmiye bi kar tînin û hat gotin, "Şîrketên mezin hê jî hewl didin ji vî karê qedexe feydê bibînin."
Di raporê de navên markayên mezin Colgate, Nestle û Unilever hat dayîn û bal hat kişandin ser agahiyên derew ên berhemên van şîrketan. Di raporê de hat rexnekirin, ku tinekirina daristanan û xwarina keda mirovan ji aliyê van şîrketan ve tên veşartin.