ESA wê ji bo ISS û ExoMarsê 1,4 mîlyar Euro veqetîne

Di civîna ESA de, ku li bajarê Lûzern ê Swîsreyê hate lidarxistin, biryar hat dayîn ku ji bo dewamkirina mîsyona Stasyona Fezayî ya Navneteweyî (ISS) budçeyek ji 1 mîlyar Euroyî bê veqetandin.

Di civîna Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA) de her wiha biryar hate dayîn ku ji bo projeya ExoMars 2020 ku di keşfa Marsê de roleke girîng jê tê hêvîkirin, 400 mîlyon Euro were veqetandin.

Di çarçoveya projeya ExoMars de, ku ji aliyê ESA ve tê fînansekirin, maşîna fezayî ya bi navê TGO roja 19'ê Cotmehê bi rengekî serketî xwe gihandibû dora Marsê, lê belê maşîna fezayî ya bi navê Shîaparellî ketibû ser rûyê vê gerstêrkê û parçe bûbû.

Di civînê de biryar hate dayîn, dema bikaranîna Stasyona Fezayî ya Navneteweyî (ISS) ku DYA, Rûsya, Japonya û Kanada bi hev re bi kar tînin, heta sala 2024'an bê dirêjkirin. Welatên hevpar biryareke di vî warî de beriya niha jî girtibûn.