Peymana nû ya aştiyê ya Kolombiyayê li Meclîsê hate qebûlkirin
Peymana aştiyê, ku şerê navxweyî yê 52 salan qedand û roja Sêşemê li Senatoyê hate qebûlkirin, li Meclîsa Nûneran jî ku baskê jêrîn ê Kongreyê ye hate pejirandin.
Peymana aştiyê, ku şerê navxweyî yê 52 salan qedand û roja Sêşemê li Senatoyê hate qebûlkirin, li Meclîsa Nûneran jî ku baskê jêrîn ê Kongreyê ye hate pejirandin.
Peymana Aştiyê, ku di encama danûstandinên navbera Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) û rêveberiya Serokdewlet Jûan Manûel Santos de hate amadekirin, di dengdana Meclîsa Nûneran de bi yekdengiyê hate qebûlkirin. 130 parlamenterên tevlî dengdanê bûn, ji peymanê re gotin 'erê'.
Muzakereyên li ser lihevkirinê, ji sala 2012'an û vir ve li Kubayê tên meşandin. Peymana destpêkê ya aştiyê roja 24'ê Îlonê hatibû amadekirin, lê belê di referandûma 2'ê Cotmehê de nehatibû qebûlkirin.
Ji ber ku dijberê peymanê Serokdewletê berê Alvaro Ûrîbe kir ku peyman neyê qebûlkirin, metna ji 300 rûpelî ya peymanê ji hin aliyan ve hate guhertin. Lê belê Ûrîbe û alîgirên wî dibêjin, ev peymana dawî jî 'gelek tawîzan' dide gerîlayên FARC'ê û dixwazin pêşkêşî referandûmê bê kirin.
Şerê navxweyî yê navbera FARC'ê û hêzên dewletê/komên paramîlîter ev 52 sal in dewam dike û zêdeyî 260 hezar kesî heta niha jiyana xwe ji dest dane.
Di dema bicihanîna peymana nû de wê gerîlayên FARC'ê di bin çavdêriya hêzên navneteweyî de li herêmên cuda yên welêt li hev bicivin û çekên xwe teslîm bikin. Ev peymana ku derfeta tevlîbûna nava jiyana siyasî dide gerîlayan, di heman demê de dike ku gerîla ji bo Senato û Meclîsa Nûneran karibin bên hilbijartin.
Li gorî peymanê, FARC wê hatineyên xwe yên madî ji bo sivîlên şer bandor li wan kiriye bi kar bîne. Her wiha serê 10 salan carekê, dadgehên aştiyê yên taybet dosyayên li ser sûcên şer lêkolîn bikin.