Bûtçeya YE ya 2017’an a ku ji 158 mîlyaran pêk tê hate erêkirin
Bûtçeya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya 2017’an ku ji 158 mîlyaran pêk tê, li Parlementoya Ewropayê (PE) bi piraniya dengan hate qebûlkirin.
Bûtçeya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya 2017’an ku ji 158 mîlyaran pêk tê, li Parlementoya Ewropayê (PE) bi piraniya dengan hate qebûlkirin.
Di erêkirina bûtçeya YE’yê de ku ji 157 mîlyar û 900 Eûroyan pêk tê, 438 parlamenteran dengê “Erê” bi kar anîn, 194 parlamenteran jî dengê “Na” dan, 7 jî bêalî man.
YE’yê diyar kir ku ji bo salên 2014-2020’an wê 134,5 Eûro li gorî bûtçêya berê hatibû diyarkirin bê dayîn, ên din jî wê li gorî biryara angajmanî be.
Beriya niha welatên endamên Konseya Yekîtiya Ewropayê xwestibûn bûtçe kêm bibe, lê parlamenterên Parlementoya Ewropayê jî xwestibûn ku bûtçe bê zêdekirin.