Elmanya wê çekan bifiroşe Siûdiyan!
Li gorî agahiyên nû yên gihîştin ber dest, Elmanya îxracata çekan a ji bo rejîmên dîktator û zordar, didomîne.
Li gorî agahiyên nû yên gihîştin ber dest, Elmanya îxracata çekan a ji bo rejîmên dîktator û zordar, didomîne.
Kovara Der Spîegel, li gorî belgeyên Konseya Ewlekariya Federal (BSF) a ji destûra îxracatan çekan berpirsyar e ji Meclîsa Federal re şand, li ser mijarê nûçeyek weşand. Li gorî nûçeya kovarê, Şîrketên Elman wê sîstemên teqandinê bifiroşin Erebîstana Siûdî ku ev sîstem wê di nava yekîneyên topavêjan de bê bikaranîn.
Hat ragihandin şîrketa vê yekê bifiroşe Jûnghans Mîcrotec e, ku li eyaleta Baden-Wurttembergê sîstema teqandinê ya cebilxaneyan hildiberîne.
Li gorî Destûra Bingehîn a Elman, firotina çekên di şer de bên bikaranîn, qedexe ye. Pêkane ku Siûdî van fitîlên teqandina topan di şerê navxweyî yê Yemenê de bi kar bîne.
Berpirsyarê Polîtîka Parastinê yê Partiya Çep (Dîe Lînke) Jan van Aken li ser mijarê axivî û hişyarî da, ku hikûmeta Elman wê ji mirinên li Yemenê bibe berpirsyar.
Jan van Aken da xuyakirin, ku şîrketa Rheînmetall a li Dusseldorfê jî amadekariyê dike ku parçeyên navenda perwerdeyeke şer a li Emaretên Ereb ên Yekbûyî were avakirin, bifiroşe. Jan van Aken xwest, destûr ji vê firotinê re neyê dayîn.
Çend roj berê hatibû îdîakirin ku hilberînerê çekan ê bi navê Heckler&Koch wê çekan nefiroşe welatên zordar ku Erebîstana Siûdî jî di nav de ye. Weke sedema vê biryarê jî hatibû gotin, ji bo firotina çekan ji van welatan re, destûr bi hêsanî ji hikûmeta Elman nayê girtin.
Lê belê tê zanîn, beşeke girîng a çekên di salên dawî de ji aliyê Elmanyayê ve hatine firotin, ji welatên cihê nîqaşê ne yên mîna Erebîstana Siûdî û Emaretên Ereb ên Yekbûyî re hatine firotin.