WAPO: General Mattîs weke Wezîrê Parastinê yê Trûmp hate hilbijartin
Tê gotin, Donald Trûmp ê ji bo Serokatiya DYA hate hilbijartin, dixwaze generalê berê James Mattîs ku weke 'baz' tê naskirin, ji bo Wezareta Parastinê wezîfedar bike.
Tê gotin, Donald Trûmp ê ji bo Serokatiya DYA hate hilbijartin, dixwaze generalê berê James Mattîs ku weke 'baz' tê naskirin, ji bo Wezareta Parastinê wezîfedar bike.
Di nûçeya rojnameya Washîngton Postê de hat ragihandin, Trûmp ku beriya niha li ser navê serokê berê yê CIA Davîd Patreaûs disekinî, plan dike ku James Mattîs weke Wezîrê Parastinê erkdar bike. Hat îdîakirin, ku biryara li ser Mattîs wê di hefteya pêş de bê ragihandin.
Li ser navê tîma Donald Trûmp a desteya wezîran diyar dike, li ser Twîtterê daxuyaniyek hate dayîn û hat gotin, "Hê biryarek nehatiye dayîn."
James Mattîs ku heta sala 2013'an de bi rengekî çalak di nava artêşa DYA de cih girt, herî dawî weke Fermandarê Hêzên Navendî wezîfe dikir.
Mattîs di nava raya giştî de weke 'stratejîst' û 'baz' tê naskirin. Ji bo Mattîs bibe wezîr, pêwîstî bi erêkirina Kongreyê heye. Li gorî qanûnên DYA, ji bo kesekî ji artêşê veqetiya ye karibe tevlî desteya wezîran bibe, divê herî kêm 7 sal di ser vê wezîfeya wî re derbas bû be.