Danîmarka balafirên şer ên F-16 ji Tirkiyeyê vedikşîne

Danîmarka ya ku di Koalîsyona Navneteweyî de cih girt, da xuyakirin ku biryar girtine wê balafirên şer ên F-16 ji Bargeha Încîrlîkê ya li Tirkiyeyê vekişînin.

Wezîrê Karên Derve Anders Samuelsson piştî agahî da Parlamentoya Danîmarkayê, daxuyanî da û got wê F-16 û balafira transport a bi tîpa C-130J vekişînin.

Wezîr, wek hinceta vekişandina balafiran jî tijîbûna demê nîşan da.

Wezîrê Parastinê yê Danîmarkayê Claus Hjort Frederîksen jî ragihand ku li şûna hêzên hewayî wê nêzî 20 pisporên ku wê leşkerên Iraqê perwerde bikin bê wezîfedarkirin.

Biryara Danîmarkayê, piştî operasyona hewayî ya li dijî Deyrezorê hatibû ku li vir ‘bêhemdî’ leşkerên rejîma Sûriyeyê hatibûn kuştin. Di 17’ê Îlonê de bi dehan leşker û alîgirên rejîmê mirin, DYA jî qebûl kiribû ku ji ber îstîxbarat bi temamî nehatiye nirxandin ev wisa bûye.