Fransiyên rola xwe di qirkirina Rûanda de hene, ketin ber lêpirsînê

Di sala 1994'an de li Rûandayê 800 hezar Tûtsî hatibûn kuştin. Dozgeriya Rûandayê da xuyakirin, ku têkildarî 20 Fransiyên berpirsyar ên guman ji wan tê kirin di qirkirinê de rola xwe hene, lêpirsîn hatiye vekirin.

Dozgerê Giştî yê Rûandayê Rîchard Mûhûmûza diyar kir, têkildarî berpirsyarên leşkerî û dîplomatîk ên Fransî de, ku guman heye di qirkirinê de cih girtine, lêpirsîn hatiye destpêkirin. Dozgeriyê da xuyakirin, ku di encama vê lêpirsînê de wê rola van kesan a di qirkirinê de were ronîkirin.

Di sala 1994'an de ku siyasetmedarên ji gelê Hûtû li Rûandayê desthilatdar bûn, qirkirin hatibû kirin û bi qasî 800 hezar mirovên ji gelê Tûtsî hatibûn kuştin. Pêkanînên rayedarên leşkerî yên Fransa û Belçîkayê, ku di dema qirkirinê de kirin, bi salan bûn mijara nîqaşê.

Herî dawî di 1'ê Mijdarê de komîsyoneke lêkolînê ya li Rûandayê raporek weşand û diyar kir, 22 rayedarên leşkerî yên Fransayê ku hingî wezîfedar bûn, di qirkirinê de cih girtine.

Di nava leşkerên Fransayê yên tên sûcdarkirin de Serokê berê yê Fermandariya Giştî JacqÛes Lanxade û general Jean-Claûde Lafoûrcade jî hene, ku Lafoûrcade wê çaxê fermandarî ji hêza aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî Tûrqûoîse re dikir.

Tê gotin, Fransa ku di dema qirkirinê de bi rejîma Hûtû re di nava têkiliyên baş de bû, pêvajo qirkirinê didît û tevî vê yekê jî endamên artêşê yên di qirkirinê de cih digirtin, perwerde dikir.

Di 6'ê Nîsana 1994'an de Serokkomarê Rûandayê Jûvênal Habyarîmana bi sûîqestekê hatibû kuştin, di navbera 7'ê Nîsanê û Tîrmeha 1994'an de li dijî hindikahiya vî welatî gelê Tûtsî qirkirinê dest pê kiribû. Heta ku Eniya Welatparêzên Rûanda ku ji aliyê Tûtsiyan ve li sirgûnê hate avakirin û hêzên wan ên çekdar dest danîn ser rêveberiya welêt, zêdeyî 800 hezar Tûtsiyan jiyana xwe ji dest dan.