Li Awûstûryayê drama malbatî: 6 kes mirin

Polîsan diyar kirin ku heta niha li malekî ku li bajarokê Boheîmkîrchen ê nêzîkî bajarê Sankt Polten a Awûstûryayê herî kêm cenazeyê 6 kesan dîtine.

Têpayîn ku jina 35 salî destpêkê dayîka xwe, bira û piştî ku 3 zarokên xwe jî kuşt, întixar kir.

Polîsan heta niha li Boheîmkîrchen a li navbera Viyana û Sankt Poltenê, cenazeyên 3 kesên 60,40 û 35 salî li gel 3 zarokên temenê di navbera 7 û 10 de dîtine.

Polîsan, têkildarî bûyerê detayên zelal nedan, têpayîn ku jinekî 35 salî li gel kuştin dayîk û birayê xwe û 3 zarokên xwe û şûn de întixar kiriye.

Serokê Şaredariya Boheîmkîrchen ê ku ji Ajansa Nûçeyan a Elmanyayê (DPA) re axivî, diyar kir ku malbata ku mijara gotinê ye di malekî normal de dijîn û ev salekî hatin bajarok bi cih bûne.