Li DYA şewat: Herî kêm 13 kes mirin
Li eyaleta Tennesse ya DYA, bi rojane daristan dişewitin. Li gorî agahiyan, heta niha herî kêm 13 kes ji ber şewatê mirin e.
Li eyaleta Tennesse ya DYA, bi rojane daristan dişewitin. Li gorî agahiyan, heta niha herî kêm 13 kes ji ber şewatê mirin e.
Şewata daristana li nêzî bajarê Gatlînbûrg ê ser bi eyaleta başûr a Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) hê bi temamî nehatiye kontrolkirin.
Ji rayedarên Kantona Sevîerê Larry Waters da xuyakirin, ku 12 kes ji ber şewatê û kesek jî dema ji şewatê direviya ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dan.
Waters diyar kir, 86 kesên di şewatê de birîndar bûn li nexweşxaneyan tên dermankirin û anî ziman, heta niha xisar li herî kêm li hezar xaniyan bûne.
Ji ber şewata li herêmê, karê lêgerîn û rizgarkirinê dewam dike. Bîlançoya zelal a vê karesatê, wê di rojên pêş de zelal bibe.
Ajansa Rewşa Lezgîn a Tennesse (TEMA) roja Pêncşemê bultenek weşand û hişyarî da ku li eyaletê rîska ziwatî û şewata daristanan heye.