Merasîma cenazeyê Castro li Meydana Şoreşê ya Havana tê lidarxistin

Li Meydana Şoreşê ya li paytext Havanayê, ji bo lîderê Şoreşa Kubayê Fîdel Castro merasîm tê lidarxistin. Bi sed hezaran kes tevlî merasîmê bûne.

Li dû teqandina topan, merasîmê dest pê kir. Serokdewletên Meksîka, Ekvator, Afrîka Başûr û Zîmbabwe û gelek lîderên Latîn Amerîka yên weke Nîcholas Madûro, Evo Morales tevlî merasîmê bûn. Birayê Castro Raûl Castro li merasîmê axivî.

Castro di destpêka axaftina xwe de got, "Em û gelê me yê fedakar, berxwedêr û leheng ji te re dibêjin: Heta serketinê". Raûl Castro destnîşan kir, ku dijminan heta niha nekarîn Fîdel, gelê Kuba û hêviyên wan têk bibin û anî ziman, Fîdel Castro wezîfeya xwe ya li vê cîhanê qedandiye.

Di dema axaftina Castro de girseya gel dirûşma "Vîva Fîdel" qîriya.

Dûre tirba ku xweliyên Castrol lê hate bicihkirin, li serdanê hate vekirin. Piştî merasîma li vê derê, wê xweliyên Castro bibin bajarê Santîago de Cua ku têkoşîna gerîla ya 1959'an li vê derê dest pê kiribû.