Fîllon wê li hemberî Le Pen bi ser bikeve; namzetê herî xurt ê çepgiran Mêlenchon e

Li Fransayê, di pêşhilbijartinên roja Yekşemê de namzetê partiyên navendê û rastgiran diyar bû. Li gorî anketan, namzetê rastgir Françoîs Fîllon wê di hilbijartinên serokkomariyê yên 2017'an de bi ser bikeve.

Di anketan de Jean-Lûc Mêlenchon jî weke namzetê herî xurt ê çepgiran derdikeve pêş.

Di pêşhilbijartinên 20 û 27'ê Mijdarê yên rastgiran de, Françoîs Fîllon hevrikên xwe Nîcolas Sarkozy û Alaîn Jûppê derbas kir û namzetiya wî ya ji bo hilbijartinên serokkomariya Fransayê ku wê di Nîsana 2017'an de pêk were, zelal bû.

Tê gotin, di hilbijartinê de, encam wê ji tûra duyemîn re bimîne û hevrika Fîllon jî wê lîdera Eniya Neteweyî ya nîjadperest (FN) Marîne Le Pen be.

Li gorî anketa ku Kantar Sofres Onepoînt ji bo televîzyonên RTL û LCI û rojnameya Le Fîgaro pêk anî, di tûra destpêkê ya hilbijartinê de wê Françoîs Fîllon ji sedî 28 heta 31 ê dengan bigire. Lîder nîjadperest Le Pen jî wê bi rêjeya ji sedî 23 û 25'an ji tûra duyemîn re bimîne.

Li gorî anketê, di tûra duyemîn de wê Fîllon ji sedî 66, Le Pen jî ji sedî 34 ê dengan bigire.

Di anketê de hat destnîşankirin, ku dengên namzetên partiyên çep wê di tûra yekemîn de bi balkêşî parçe bibin. Li gorî anketê, Serokkomar Françoîs Hollande yê ji Partiya Sosyalîst (PS) wê herî zêde ji sedî 8,5 ê dengan werbigire. Dîsa li gorî anketê Serokwezîrê niha Manûnel Valls jî wê herî zêde ji sedî 11 ê dengan bigire.

Di anketê de hat ragihandin, namzetê herî xurt ê partiyên çepgir Jean-Lûc Mêlenchon ê ji Partiya Çep (PG) ye, ku bi mûxalefeta xwe ya li dijî polîtîkayên alîgiriya karsaz û lîberal tê naskirin. Tê payîn Mêlenchon ji sedî 11,5 heta ji sedî 13'an ê dengan bigire.