CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Partiya Çep a Swêdê dixwaze li dijî Tirkiyeyê helwesteke radîkal bê nîşandan
Partiya Çep ji hikûmeta Swêdê xwest, ji bo berdana HDP'yiyan, betalkirina peymana penaberan a navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê û sekinandina danûstandinên endametiya Tirkiyeyê bikeve nava hewldanan. -
Ji bo li Pensîlvanyayê deng ji nû ve bên jimartin serlêdan hate kirin
Ji ber îdîayên li ser hilbijartinên DYA, serlêdanên ji bo ji nû ve jimartina dengan hatin kirin. Di vê çarçoveyê de tevî eyaleta Wîsconsînê, ji bo ji nû ve jimartina dengên li Pensîlvanya û Mîchîganê serlêdan hate kirin. -
Ji ber greva pîlotên Lûfthansa 1700 sefer betal bûn
Greva pîlotên şîrketa rêyên hewayî ya Elman Lûfthansa îro dest pê kir û wê du rojan bidome. Ji ber grevê bi sedan seferên balafiran betal bûn. -
Pêla koçberan a ber bi Îtalyayê ve gihîşt asta herî bilind
Li gorî agahiyan 1400 koçberên din ên ji Lîbyayê berê xwe dan Îtalyayê hatine rizgarkirin. Bi vê pêla dawî ya koçberan re hejmara koçberên îsal berê xwe dan Îtalyayê, hejmara sala 2014'an derbas kiriye. -
Namzetê rastgiriya Fransayê yê ji bo Serokkomariyê diyar bû
Di encama pêşhilbijartinê de Françoîs Fîllon weke namzetê Serokkomariya Fransayê yê hêzên rastgir hate hilbijartin. -
Google wê di demeke nêz de ji livandina lêvên mirovan fêhm bike!
DeepMînd ku şîrketek ser bi Google ye, bernameyeke kompûterê ya dikare ji livandina lêvên mirovan fêhm bike, çêkir. Fikar hene ku ev bername ji bo şopandinê were bikaranîn. -
Îran dixwaze balafira şer a Rûs Sûkhoî bikire
Rejîma Îranê ji bo nûjenkirina hêzên xwe yên hewayî dixwaze balafira şer a bi tîpa Sûkhoî Sû-30 ji Rûsyayê bikire. -
Li galaksiyê komeke nû ya stêrkan hate dîtin
Tîmek ji astronotên navneteweyî, li navenda galaksiyê komeke nû ya stêrkan dîtin. -
Rêxistina Frankofonî daxwaza endametiyê ya Erebîstana Siûdî qebûl nekir
Rêxistina Frankofonî ya Navneteweyî (OIF) li paytexta Madagaskar Antananarîvo civîna xwe lidar xist û daxwaza endametiya çavdêr a Erebîstana Siûdî ku mafên mirovan binpê dike, qebûl nekir. -
Namzetê Serokkomariya Fransayê yê partiyên rastgir îro diyar dibe
Ji bo diyarkirina namzetê hevpar ê partiyên rastgir ji bo hilbijartinên Serokkomariyê Fransayê, îro tûra duyemîn a pêşhilbijartinê tê kirin. -
Li Fransayê bi hezaran kesî ji penaberan re gotin 'Hûn bi xêr hatine'
Li Fransayê, tevî daxuyaniyên Eniya Neteweyî (FN) û partiyên rastgir ên li dijî penaberan, çalakiyên ji bo destekkirina penaberan jî zêde dibin. -
Li sûkek a Somaliyê êrîş: Gelek kes jiyana xwe ji dest dan
Li paytext Magadîlû ya Somaliyê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek pêk hat. Di êrîşê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dane. -
Di parlamentoya Iraqê de pêşnûmeya Desteya Heşd El Şebî hat erêkirin
Di rûniştina parlamentoya Iraqê de ku îro pêk hat, pêşnûmeya Desteya Heşd El Şebî hat erêkirin. Heşd El Şebî û hêzên girêdayî vê desteyê bi awayekî fermî dibin beşek ji hêzên çekdarên Iraqê. -
Li Fransayê gumanbarên plana ‘êrîşa mezin’ hatin girtin
Hat ragihandin ku 5 gumanbarên ku bi îdîya wê 1’ê Kanûnê bi talîmata çeteyên DAÎŞ’ê li Fransayê qetîamek mezin li dar bixistana hatibûn binçavkirin, hatin girtin. -
Hilbijartinên DYA: Wê dengên li Wisconsinê jinûve bên jimartin
Li Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) pêşketinek girîng a ku wê di hilbijartina serokatiyê de ku 8’ê Mijdarê hatibû lidarxistin û Donald Trump bi ser ketibû, hêviyê bide Hîllary Clînton pêk hat. -
Fîdel Castro jiyana xwe ji dest da
Serokê Kubayê Fîdel Castro di 90 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. -
Li Misrê êrîşa bombeyî: 8 leşker mirin
Li wîlayeta Sîna ya Misrê, êrîşeke bombeyî li bendeke kontrolê hat kirin. Di vê êrîşê de ku bi wesayîteke bombebarkirî hat kirin, 8 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. -
Rêjeya bêkariyê ya li Fransayê kêm dibe
Li gorî daneyên meha Cotmehê yên ji aliyê Wezareta Kar ve hatin eşkerekirin, hejmara bêkarên li Fransayê li gorî mehek beriya niha bi rêjeya ji sedî 0,3 kêm bûye. -
Li Fransayê êrîş li stargeha extiyaran hate kirin
Li başûrê Fransayê, êrîş li stargeheke ku wezîfedarên dêrê yên teqawît lê diman, hat kirin. Di vê êrîşê de jinek bi kêrê hate kuştin. Operasyona li dijî êrîşkar dewam dike. -
Ji ber hewa gemarî di sala 2013'an de li Ewropayê 467 hezar kes mirin
Li gorî daneyên Ajansa Hawirdorê ya Ewropayê (EEA), hewa gemarî rê li ber gelek nexweşiyan vedike û her sal ji ber van nexweşiyan bi qasî 500 hezar kes dimirin. -
Germahiya li Cemsera Bakur bi 20 pileyan zêde bû
Germahiya li Cemsera Bakur bi rengekî ne normal zêde dibe. Rûbera qeşayê jî kêm dibe. -
Li Kolombiyayê peymana aştiyê ya nû hate îmzekirin
Li Kolombiyayê di muzakereyên navbera gerîlayên FARC û hikûmetê de, peymana aşiyê ya nû bi merasîmekê hate îmzekirin. -
DAIŞ’ê li Iraqê Şiî kirin hedef: Herî kêm 80 mirî
Li Iraqê di encam êrîşa bombeyî de ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate lidarxistin, herî kêm 80 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Martîn Schûlz piştî Serokatiya PE li siyaseta Elman vedigere
Serokê Parlamenta Ewropayê Martîn Schûlz da xuyakirin, ku ew ê ji bo serokatiya Parlamenta Ewropayê cara sêyemîn nebe namzet û li siyaseta Elmanya vegere. -
WWF: Rêyên nû yên li Asyayê gefê li pilingan dixwin
Hat ragihandin, pilingên li parzemîna Asyayê ku di sedsala dawî de hejmara wan ji 100 hezarî daket 4 hezarî, dibe ku di salên pêş de bi temamî tine bibin.