Rêjeya bêkariyê ya li Fransayê kêm dibe
Li gorî daneyên meha Cotmehê yên ji aliyê Wezareta Kar ve hatin eşkerekirin, hejmara bêkarên li Fransayê li gorî mehek beriya niha bi rêjeya ji sedî 0,3 kêm bûye.
Li gorî daneyên meha Cotmehê yên ji aliyê Wezareta Kar ve hatin eşkerekirin, hejmara bêkarên li Fransayê li gorî mehek beriya niha bi rêjeya ji sedî 0,3 kêm bûye.
Hejmara bêkarên li kategoriya A, ku rêjeya mirovên bi temamî bêkar in tê hesabkirin, daket 3 mîlyon 479 hezarî.
Li gorî vê yekê, hejmara bêkaran li gorî Cotmeha 2015'an bi 101 hezarî kêm bû. Ji destpêka salê û vir ve bi 100 hezar kesî kêm bû.
Rêjeya bêkariyê di nava ciwanên kêmî 25 salî de bi 1,5 pûanan, di nava mirovên navbera 25-49 salî de bi 0,5 pûanan kêm bû. Di nava bêkarên zêdeyî 50 salî de ev rêje bi 0,4 pûanî zêde bû.
Tevî mirovên ji bo demeke kurt dixebitin, hejmara bêkaran li Fransayê bi 0,4 pûanan kêm bû û daket 5 mîlyon 461 hezarî.