Namzetê rastgiriya Fransayê yê ji bo Serokkomariyê diyar bû
Di encama pêşhilbijartinê de Françoîs Fîllon weke namzetê Serokkomariya Fransayê yê hêzên rastgir hate hilbijartin.
Di encama pêşhilbijartinê de Françoîs Fîllon weke namzetê Serokkomariya Fransayê yê hêzên rastgir hate hilbijartin.
Tûra duyemîn a pêşhilbijartinê di navbera Françoîs Fîllon û Alaîn Jûppê de hat kirin.
Di vê tûra pêşhilbijartinê de, ku roja 27'ê Mijdarê pêk hat Françoîs Fîllon ji sedî 59 ê dengan bi dest xist û bi ser ket.
Jûppê jî tenê ji sedî 30 ê dengên hilbijêrên rastgir bi dest xist.
Êdî Fîllon bi awayekî fermî bû namzetê hêzên rastgir ên li Fransayê. Fîllon ku polîtîkayên Neo-lîberal diparêze, dixwaze vê yekê jî bi tedbîrên tund pêk bîne.
Serokkomarê berê yê Fransayê Nîcolas Sarkozy jî di tûra destpêkê de winda kiribû. Sarkozy bi desteka xwe ya ji bo Fîllon hewl dide careke din li siyasetê vegere. Gelek sûcdariyên karên ne li rê lê tê kirin.