Ji ber greva pîlotên Lûfthansa 1700 sefer betal bûn
Greva pîlotên şîrketa rêyên hewayî ya Elman Lûfthansa îro dest pê kir û wê du rojan bidome. Ji ber grevê bi sedan seferên balafiran betal bûn.
Greva pîlotên şîrketa rêyên hewayî ya Elman Lûfthansa îro dest pê kir û wê du rojan bidome. Ji ber grevê bi sedan seferên balafiran betal bûn.
Li ser banga sendîkaya Cockpît ku temsîla 5 hezar pîlotan dike, îro û sibe pîlot dikevin grevê.
Ji ber grevê, herî kêm 816 sefer îro betal bûn. Ev yek bandorê li 82 hezar rêwiyan dike. Tê gotin, wê sibe jî bi qasî 900 sefer betal bibin.
Şîrketa Lûfthansa, ji bo betalkirina biryara grevê li dijî biryara Dadgeha Kar a Munchenê derket, lê piştre ev îtiraza xwe vekişand.
Sendîkaya Cockpîtê, ji ber banga revê ya navbera rojên Çarşem û Şemiyê, bi hezaran seferên xwe betal kiribû.
Yek ji daxwazên sendîkaya Cockpîtê ew e ku ji sala 2012'an û pê ve mûçe bi rêjeya ji sedî 3,7 bê zêdekrin. Her wiha tê xwestin, ku teqawîtkirina pîlotan dereng bê xistin.
Şîrketa Lûfthansa jî ji bo mûçeyan, 6 salên bihurî jî di nav de pêşniyar dike ku ji sedî 2,5 zêde bike.