Martîn Schûlz piştî Serokatiya PE li siyaseta Elman vedigere

Serokê Parlamenta Ewropayê Martîn Schûlz da xuyakirin, ku ew ê ji bo serokatiya Parlamenta Ewropayê cara sêyemîn nebe namzet û li siyaseta Elmanya vegere.

Serokê Parlamenta Ewropayê (PE) Martîn Schûlz li Brukselê civîneke çapemeniyê lidar xist û got, "Ji bo Serokatiya Parlamenta Ewropayê ez ê cara sêyemîn nebim namzet."

Schûlz diyar kir, ew ê di hilbijartinên giştî yên Elmanyayê de ku di sala 2017'an de pêk tê, bibe namzet.

Rojnameya çepa navendî ya Elman Suddeutsche Zeîtûng û kovara heftane Der Spîegel jî nivîsandibûn ku Schûlz wê ji bo Serokatiya Parlamenta Ewropayê nebe namzet.

Li gorî rojnameya Suddeutsche Zeîtûng, Schûlz wê ji partiya xwe SPD di lîsteya herêma Nordrheîn Westfalenê bibe namzet.

Wezîfeya Schûlz ê 60 salî ya li Parlamenta Ewropayê di destpêka sala 2017'an de diqede. Schûlz ji sala 2012'an û vir ve serokatiyê ji Parlamenta Ewropayê re dike. Tê gotin Schûlz wê cihê xwe bide Wezîrê Karên Derve yê Elmanya Frank-Walter Steînmeîer. Steînmeîer jî li bendê ye ku di meha Sibatê de bibe Serokkomarê Elmanyayê.

Li gorî îdîayeke din, Schûlz wê di hilbijartinê de li şûna Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Aboriyê Sîgmar Gabrîel li dijî Merkel li ber xwe bide.

Tê payîn SPD namzetê xwe di dawiya meha Çileyê de diyar bike.