Li gorî daxuyaniya yekîneya ewlekariya peravên Îtalyayê Gûardîa Costîera, 1400 koçberên bi keştî û botan ji Lîbyayê bi rê ketin, duh hatin rizgarkirin. Tevî vê yekîtiya Îtalyayê, gelek saziyên alîkariyê yên navneteweyî jî tevlî vî karê rizgarkirinê bûn.
Li gorî daneyên dawî, hejmara koçberên ji 1'ê Çileyê û vir ve hatine Îtalyayê gihaştiye 171 hezar 300 kesî. Ev yek jî hejmara herî bilind a salên dawî ye. Di sala 2015'an de 154 hezar koçber gihîştibûn Îtalyayê. Di sala 2014'an de 179 hezar 100 kes bi rêya deryayê gihîştibûn.
Hejmara koçberên di nava sê salên dawî de gihîştin Îtalyayê, bi qasî 500 hezar e. Hê jî bi qasî 176 hezar koçber li kampên penaberiyê yên vî welatî dijîn. Tê payîn serlêdana penaberiyê zêde bibe.
Di nava koçberên îsal hatine Îtalyayê de, hejmara welatiyên Nîjeryayê 36 hezar e. Ji Erîtreyê 20 hezar, ji Gîneyê jî 12 hezar koçber hatin. Hejmara zarokên bêyî malbatên xwe di vê demê de gihîştin Îtalyayê 23 hezar e.