Di parlamentoya Iraqê de pêşnûmeya Desteya Heşd El Şebî hat erêkirin

Di rûniştina parlamentoya Iraqê de ku îro pêk hat, pêşnûmeya Desteya Heşd El Şebî hat erêkirin. Heşd El Şebî û hêzên girêdayî vê desteyê bi awayekî fermî dibin beşek ji hêzên çekdarên Iraqê.

Di rûniştina parlamentoya Iraqê de ku îro pêk hat, pêşnûmeya Desteya Heşd El Şebî hat erêkirin. Heşd El Şebî û hêzên girêdayî vê desteyê bi awayekî fermî dibin beşek ji hêzên çekdarên Iraqê.

Îro parlamentoya Iraqê bi beşdarbûna 210 parlamenteran rûniştina xwe ya asayî li dar xist. Di civînê de ji bo pêşnûmeya Desteya Heşd El Şebî deng hatin bikaranîn û pejirandin.

Li gor vê pêşnûmeyê Desteya Heşd El Şebî û hêzên girêdayî wê bi awayekî fermî dibin beşek ji hêzên çekdarên Iraqê. Bi vî awayî Heşd El Şebî yekser bi Fermandariya Hêzên Giştî yên Iraqê ve tê girêdan.

Li gor qanûnê, mafê Heşd El Şebî dibe wek ên leşkerên Iraqê û hemû qanûnên ji bo leşkeran ji bo wan jî êdî derbasdar e. Hemû pêwîstiyên çek û cebilxane wê ji aliyê Wezareta Parastinê ya Iraqê pêk were.