OIF biryar da, ku ji bo lêkolînkirina mafên mirovan ên li Erebîstana Siûdî, komîteyekê li vî welatî wezîfedar bike.
16. civîna bilind a OIF, ku 80 welatên bi Fransî daxivin an jî Fransî tê hînkirin endamê wê ne yan jî çavdêr in, duh qediya.
Di civîna bilind de pirsgirêkên li gelek welatan hatin nirxandin û nexweşiyên cidî yên mîna AIDS'ê kete rojevê.
Di vê civîna bilind de daxwaza Erebîstana Siûdî ku statuya endametiya çavdêr dixwaze, hate nirxandin. Di civînê de îtiraza Kanadayê û herêma Qûebec a vî welatî, ku bi Fransî daxive, derket pêş. Li ser îtirazan hevdîtineke girtî hate kirin û di encamê de biryar hat dayîn ku binpêkirinên mafên mirovan ên li Erebîstana Siûdî li cih werin lêkolînkirin.