Li Kolombiyayê peymana aştiyê ya nû hate îmzekirin
Li Kolombiyayê di muzakereyên navbera gerîlayên FARC û hikûmetê de, peymana aşiyê ya nû bi merasîmekê hate îmzekirin.
Li Kolombiyayê di muzakereyên navbera gerîlayên FARC û hikûmetê de, peymana aşiyê ya nû bi merasîmekê hate îmzekirin.
Peyman ku li avahiya Crîstobal Colon a li Trarro a li paytext Bagotayê, ji aliyê Serokê Dewleta Kolombiyayê Jûan Manûel Santos û Serokê FARC’ê Rodrîgo Londono (Tîmoleon Jîmenez) ve hate îmzakirin.
Hikûmet û Hêzên Bi Çek ên Şoreşger ê Kolobiyayê (FARC), piştî referandûma 2’yê Cotmehê û şûn de peymana aştiyê ji nûde vegerabû muzakereyê.
Peyman, li şûna referandûmê rast e rast ji aliyê Kongreya Komarê ya saziya qanûniyê ve bi erê kirinê hate pêşkêşkirin.
Muzakereyên di navber a heyetên hikûmetê de ya Serokatiya Serokê Dewletê Jûan Manûel Sanatos û FARC’ê sala 2013 li paytexta Kuba Havana destpê kiribû. Peymana aştiyê ya yekem ku 26’ê Îlonê hate îmzekirin, 2’yê Cotmehê ji ber bejdarbûneke kêm di referandûmê de bi ferqekî kêm hatibû redkirin.