DAIŞ’ê li Iraqê Şiî kirin hedef: Herî kêm 80 mirî

Li Iraqê di encam êrîşa bombeyî de ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate lidarxistin, herî kêm 80 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hat diyarkirin ku li pêşberî xwaringehekî ya li bajarê El Hîlle ya nêzîkî Kerbelayê ya ku piranî welatiyên wê Şiîne, êrîşekî bi wesayîtekî bombebarkirî pêk hat.

Êrîşa bombeyî ya li li pêşiya xwaringehê pêk hat di heman demê de stasyonekî ya petrolê jî hebû, di encama êrîşê de herî kêm 80 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ev jimar li gel birîndaran jî gihiştiye heta 200 kesan.

Hat destnîşankirin ku beşekî mezin ê ku di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane, kesên ji Îranê bi otobusan dixwestin biçin Kerbelayê ne.