Hilbijartinên DYA: Wê dengên li Wisconsinê jinûve bên jimartin

Li Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) pêşketinek girîng a ku wê di hilbijartina serokatiyê de ku 8’ê Mijdarê hatibû lidarxistin û Donald Trump bi ser ketibû, hêviyê bide Hîllary Clînton pêk hat.

Nûnera Ekolojîst Jîll Steîn ji bo dengên li eyaleta Wisconsin a ku Trump bi ferqeke biçûk bi ser ketibû jinûve bê jimartin serlêdan kir.

Ji bo serlêdana îtîrazê ya bi armanca careke din jimartina dengan çêbibe, bi awayekî fermî wê li eyaleta Wisconsinê wext 25’ê Mijdarê saet 17.00’an tijî bibûya. Beriya ev dem tijî bibe, Jill Steîn serî li saziya têkîldar da.

Steîn ji ser tevna civakî daxuyanî da, got serlêdan kiriye û wê hefteya pêş deng jinûve bên jimartin, ji bo pereyê pêwîst ên ji bo jinûve jimartina dengan jî banga alîkariyê kir.

Steîn a ku di hilbijartinên DYA de ji sedî 1 deng girtibû, daxuyaniyên pisporan ên têkîldarî encamên li eyaletên Wisconsin, Pensîlvanya û Michigan ku digotin dibe di lehê Trump de hatibin guhertin hincet nîşan da û ji bo jinûve jimartina dengan dest bi kampanyayê kiribû.

Pisporan dengên elektronîk ji ber li gor giştî rêjeya Hîllary Clînton li gor a Donald Trump gelekî kêm bû, ev wek hincet nîşan dabûn.

Li 2 eyaletên din ên ku guman hene jî pêwîst e îtîraz heta 28 û 30’ê Mijdarê bên kirin. Li Wisconsinê 10, li Michiganê 16 û li Pensîlvanyayê jî 20 endamên bijêr hene.

Di hilbijartinên DYA de ku bi giştî 538 endamên bijêr hene, Trump 306, Clînton jî 232 delege bi dest anîbûn.