Li Fransayê êrîş li stargeha extiyaran hate kirin
Li başûrê Fransayê, êrîş li stargeheke ku wezîfedarên dêrê yên teqawît lê diman, hat kirin. Di vê êrîşê de jinek bi kêrê hate kuştin. Operasyona li dijî êrîşkar dewam dike.
Li başûrê Fransayê, êrîş li stargeheke ku wezîfedarên dêrê yên teqawît lê diman, hat kirin. Di vê êrîşê de jinek bi kêrê hate kuştin. Operasyona li dijî êrîşkar dewam dike.
Li komuna Montferrîer-sûr-Lez a li bajarê Hêraûltê, duh bi şev saet di 22:00 de êrîş li wargeheke extiyaran ku 59 kes lê diman, hate kirin. Li gorî agahiyan, kesekî rûyê xwe bi maskeyê girtibû, ket hundirê wargehê û bi kêrê jineke extiyar kuşt. Li ser vê yekê yekîneyên jendermeyan xwe gihandin wargehê.
Nayê zanîn bê êrîşkar kî ye. Hat ragihandin, xebatên lêgerînê yên li avahiya sê qatî dewam dikin.