Li Fransayê bi hezaran kesî ji penaberan re gotin 'Hûn bi xêr hatine'

Li Fransayê, tevî daxuyaniyên Eniya Neteweyî (FN) û partiyên rastgir ên li dijî penaberan, çalakiyên ji bo destekkirina penaberan jî zêde dibin.

Bi hezaran kes li meydana Stalîngrad a paytext Parîsê li hev civiyan û ji penaberan re gotin 'Hûn bi xêr hatine'. Ji bo mirovên ji neçarî ji welatên xwe reviyane xwestin, şert û mercên 'ji bo jiyaneke însanî' werin afirandin.

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa 'Koçber bi xêr hatine', 'Bila di navbera me de sînor tine bin', 'Mafê koçberan jî hene' yên bi zimanên Fransî, Îngilîzî û Erebî hatin vekirin. Bi taybetî polîtîkayên dij bi penaberan, ku zerarê didin rûmeta mirovan, hatin şermezarkirin. Ji hikûmetê jî hat xwestin, şert û mercên penaber tê de ne sererast bike.

Bi hezaran endamên partiyên çep, sendîka û komeleyan cihê xwe di nava çalakiyê de girtin. Çalakgeran xwestin alîkarî ji penaberên di destpêka vê mehê de ji kampên bajarê Calaîsê hatine derxistin, bê dayîn.

Qisekeran dan xuyakirin, ku Elmanya û Swêdê zêdeyî mîlyonek penaber vehewandine, lê ev hejmar li Fransayê di sala 2015'an de tenê 80 hezar e. Çalakgeran rexne li Fransayê girtin, ku li gorî nifûsa xwe, welatê herî kêm penaber vehewandiye.